Endamên HPG'ê Ozalp û Goktaş ligel astengiyan hatin definkirin 2016-09-09 16:19:08 DÊRSÎM (DÎHA) - Cenazeyên endamên HPG'ê Alî Ozalp û Yuksel Gokbaş ên di bombebarana li bejahiya navçeya Qislê ya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin. Piştî encama testa DNA yê diyar bû malbatên çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenazeyên Ozalp û Gokbaş wergirtin û bi dûrişmeyan anîn mala Cem a li Dêrsimê. Parlementerê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Hevşaredar û sedan welatî tevlî merasîmê bûn. Onlu di merasîmê de axavtinek kurt kir û sersaxî ji malbatan xwest. Piştî merasîma cenaze ji bo cenazeyê Ozalp bê definkirin ber bi gundê Sorpiyan ê girêdayî navçeya Pêrtêgê ve hat şandin. 'Cenazeyê Ozalp li gundê Sorpiyan hat definkirin' Konvoya cenaze li ser rêya Pêrtêgê ji hêla leşkeran ve hat rawestandin û kontrola nasnameyan hat kirin. Welatiyan nerazîbûnek tund nîşanî leşkeran dan û xwestin rê vekin. Piştî rê hat vekirin konvoya cenaze ber bi gundê Sorpiyan ve rêya xwe dewam kir. Cenaze li gund ji hêla welatiyan ve bi dûrişmeyan hat pêşwazîkirin. Girseya cenaze pêşwazîkir darbesta Gokalp bir ber mala jê dayikbûye. Piştre cenaze li goristana gund li ber dûrişmeyan hat definkirin. Birayê Ozalp Çagdaş Ozalp ji bo tevlîbûna merasîma cenaze spasiyên xwe pêşkeşî gel kir û dazanîn ku birayê wî gotiye heta azadiya gel tune be jiyan ne mumkune û bi vî awayî tevlî nava PKK'ê bû ye. Girseya tevlî merasîma cenaze bû, herî dawî qurnefîl danîn ser gora Ozalp û ji goristanê veqetiya. 'Gokbaş li gundê xwe hat definkirin' Cenazeyê endamê HPG'ê Yuksel Gokbaş jî ji bo li gundê Gerîş a girêdayî Qislê ya Dêrsimê bê definkirin ber bi gund ve hat şandin. Li vir jî leşkeran konvoyê rawestand û hewldan kontrola nasnameyan bikin. Welatiyan nerazîbûn nîşanî leşkeran dan û diyar kirin ku êdî rêz ji cenazeyan re jî nayê nîşandan û xwestin rê bê vekirin. Li ser nerazîbûna gel leşkeran rê vekir û konvoy ber bi gund ve ket rê. Konvoya cenaze piştî gihîşt gund welatiyan darbesta Gokbaş hildan ser milên xwe û birin heta goristanê. Cenazeyê Gokbaş li goristana gund li ber dûrişmeyên “Şehîd namirin” hate definkirin. (ot)