Polîsan li Enqerê kedkaran bi erdê re kaşkir 2016-09-09 15:44:17 ENQERE (DÎHA) - Kedkarên Cemaweriyê yên li Enqerê çalakî lidarxistin û rastî mudaxaleya polîsan hatin li erdê hatin kaşkirin. Di mudaxaleyê de 6 karker hatin binçavkirin. Bi daxwaza ewlehiya kar kedkarên cemaweriyê yên ji Stenbolê bo piştgiriya Eniya Kedkarên cemaweriyê hatin Enqerê rastî êrîşa polîsan hatin. Kedkarên xwestin bimeşin Wezareta Dadê hêj pankarta xwe venekirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên kedkaran hişyar nekirin di carekê de êrîş kirin, gelek kedkar derpkirin û ew di erdê re kaşkirin. Kedkarên rastî êrîşê hatin û dema wan binçavkirin dûrişmeyên 'Mirovahî dê îşkenceyê têk bibe' berzkirin. Di êrîşa polîsan de 6 kedkar hatin binçavkirin. (ot)