Cenazeyê Yalavaz hate definkirin 2016-09-09 13:31:34 AMED (DÎHA) - Cenazeyê endamê HPG’ê Murat Yalavaz li gel hemû astengiyên polîsan li Amedê hat definkirin. Cenazeyê endamê HPG’ê Murat Yalavaz (Mordem Amed) ê di 23'yê tebaxê de li herêma Bezikê ya Qisleya Dersimê di êrîşa hewayî de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Di merasimê de rêveberên HDP, DBP, MEYADER'ê û gelek kes amade bûn. Piştî wecîbeyên olî ya morga Goristana Yenîkoyê, darbesta Yalavaz danîn ser milên xwe û bi kesk, sor û zer birin ser gorê. Polîsên deriyê goristanê girtin mudaxeleyî girseyê kirin. Polîsan xwest wêne û alên li ser darbesta Yalavaz rakin. Li dijî vê êrîşê gel bi dirûşma “Şehîd Namirin” bersiv da polîsan û derbas bûn. Piştî cenaze spartin axê nûnerên MEYA-DER Kasim Pervane hemû kesên li Kurdistanê di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Dewlet bi wehşetê Yalavaz û hewalên wî şehîd xist. Ev şer 40 sale heye û tekoşîna me 40 sale berdewam dike. Tekoşîna Yalavaz ê ji bo me bû mînak. Şehîd namirin.” Li ser navê malbatê jî birayê Murat Yalavaz Abdullah Yalavaz jî sersaxî ji gelê kurd xwest û wiha got: “Birayê min 3 sal berê tev li refê azadiyê bû. Armanca birayê min azadî bû. Ji bo azadiya gelên kurd çû tevlî PKK’ê bû. Binalî Yildirim tê dibêje çareserî tûneye. Di destê Bînalî de xwîna gelê me heye. Ew destê xwe bi xwînê dişon. Em dibêjin şehîd namrin" Merasima cenaze bi diruşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû. Girsê piştî merasimê Mala Şînê ya Temîranê ziyaret kir. (ekip/mae)