Gelê Farqînê herikî ber Şaredariyê 2016-09-09 12:36:17 AMED (DÎHA) - Piştî hate gotin ku ji bo Şaredariyên Sur û Farqînê yên Amedê qeyûm hatiye tayînkirin gelê Farqînê ji bo li Şaredariya xwe xwedî derkeve herikî avahiya Şaredariyê. Welatiyên navenda Farqîn û yên ji gundê wê hatibû ji bo şermezarkirina biryarê nerazîbûnên xwe anîn ziman û çûn Şaredariyê. Welatî çûn serdana Cigirên Hevşeraderan û piştgiriya xwe anîn zimên. Cigira Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekîner di dema serdanê de axivî û got ku tayînkirina qeyûmê darbeya li hemberî vîna gel e û anî ziman ku bi salane mufetîşên Hikûmetê li Şaredariyên DBP'ê lêkolînan dikin û dazanîn ku heta niha karekî nelirê nihatiye dîtin. Tekîner dazanîn ku ligel ew dixwazin xizmetê bidin gel jî her meh ji pereyê ku bo Şaredariyê tê şandin kêm tê û xwest hikûmet êrîşî vîna gel neke. Tekîner di berdewama axavtina xwe de got ku ew bawere ku dê gelê Farqînê li Şaredariya xwe xwedî derkeve. Welatiyê bi navê Îhsan Îşçiyê ku hat serdana Şaredariyê jî axivî û got ku wan dengê xwe daye partiya xwe û got ku ewê qeyûmê ku bê tayînkirin nasneke û wiha got: "Heta ku hêza me hebe emê Şaredariya xwe biparêzin. Herî zêde dê me bikujin. Em dîsa jî dibêjin em qeyûmê qebûl nakin. Ger dixwazin karên nelirê bibînin bila biçin Şaredariya Enqerê. Melîh Gokçek hemû Enqere parsel bi parsel firotiye bila der barê wî de lêpirsînê bidin dest pê kirin. (ot)