Berxwedêrên greva birçibûnê biryara girtiyan silav kirin 2016-09-09 11:56:00 AMED (DÎHA) – Berxwedêrên greva birçîbûyê ya bêdem û bêdorveger, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî dest pê bike silav kirin û wiha gotin: “Me got vê carê dora me ye lê dîsa jî yên li girtîgehan ji bo xwedîlêderketina Rêberê xwe kevneşopiya berxwedanê didomînin.” Greva birçîbûnê ye bêdem û bêdorveger a ku li Amedê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ji bo ku bi Rêberê PKK’ê agahî bê girtin hatiye destpêkirin destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike, li girtîgehan jî di 15’ê îlonê pêve hate ragihandin ku dê greva birçîbûnê bê destpêkirin. Hevseroka KDC’ê Leyla Guven û Endamê Komeleya 78’an Talat Emre greva ku dê li girtîgehan dest ê bike nirxandin. ‘Biryara girtîgehan watedar e’ Leyla Guven têkîldarî mijarê wiha got: “Em wekî 50 dildarên di grevê de ne greva ku dê ji 15’ê îlonê dest pê bike silav dikin. “ Guven di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku girtî ligel şertên xwe yên zor û zehmet îradeya xwe datînin holê û çalakiyeke bi vî rengî pêk tînin ew bi rêzdarî nêzîkî vê yekê dibin. Guven bilêv kir ku berxwedêr tê teqez encamê bigirin û wiha got: “Ocalan dê bi malbat û parêzerên xwe ve hevdîtinê pêk bîne. Me bi vî baweriyê dest pê kir û hedefa me jî serkeftin e. Heta ku ev pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin.” ‘Ji girtîgehan re serkeftin’ Talat Emre jî wiha axivî: “Li girtîgehan greva birçîbûnê gelek zehmet in, ji berk u şer ne guncaw in. Bi salan e her tim girtîfeh ketin grevên birçîbûnê û bi canû dil ev çalakî pêk anîn. Me nexwest di pêvajoyeke bi vî rengî de girtîgeh berpirsyariyê bigirin me got vê carê dora me ye lê girtî ji bo xwedîlêderketina Reberê xwe biryara çalakiyê girtin. Di çalakiyên bi vî rengî de tu caran xwe paş ve nekişandin û bi salan e çanda berxwedanê didomînin. Li ser vê biryarê ancax em dikarin wan silav bikin û serkeftinê dixwazin. Em bawer in dê ev serkeftin a me be û ji Birêz Ocalan di demeke kin de agahî bigirin.” (sa)