'Em bi îradeya gel hatine vir û em ê li vir bin' 2016-09-09 11:35:49 AMED (DÎHA) - Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu mijara qayûmê ya der barê Şaredariya Sûrê de nirxand. Kutlu diyar kir ku ji bo dewlet bikaribe projeyên xwe yên ji bo Sûrê bi rihetî bike meryetê dixwazin wan ji holê rakin û wiha got: "Lê em bi îradeya gel hatine vir, em li vir in û em ê li ser karê xwe bin." Duh di çapemeniyê de der barê qayûma li ser şaredariyên Farqîn û Sûrê hin nûçe hatibûn weşandin. Lê piştî dexuyaniyê Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy ev nuçe derewand û îdia kir ku wî fermaneke wiha nedaye. Duh heya demjirmêrên şevê polîsan bi wesayîtên zirxî li ber deriyê Şaredariya Sûrê nobed giritn. Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu mijara qayûmê nirxand. Kutlu diyar kir ku ev salek e li navçeya Sûrê qedexe û ruxandin berdewam dikin û wiha got: "Dewletê ji bo Sûrê gelek projeyên ku em têde cih nagirin amede kirine. Ji bo bikaribin projeyên xwe bi rihetî bikin meryetê dixwazin me ji holê rabikin." Kutlu da zanîn ku di demokrasiyê de ji vîna gel re rêz tê nîşandn, kesên ku bi îrade û dengê gel hatibin hilbijartin tenê dikarin bi îrade û dengê gel li ser kar biçin, lê mixabin nêzîkatiyek wisan tune. 'Em li virin' Kutlu destnîşan kir ku destpêkê wan bikaribûya serî li riyên hiqûqî bidana, lê bi hatina OHAL'ê re nikarin riyên hiqûqî bişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: Duh em bi endamên meclisê re heya sibê li şaredariyê bûn. Ji xwe heya niha tu belgeyên fermî ji me re nehatine. Em bi îradeya gel hatine vir, em li vir in û em ê li ser karê xwe bin." (bî-bo/ms)