Ji bo xwe ji agir biparêzin xendek kolan 2016-09-09 11:26:38 ÇEWLIG (DÎHA) - Piştî bombebarana leşkeran, gundiyên Kalxasî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, ji bo xwe ji agir biparêzin li derdora gundê xwe xendek kolan. Beriya niha ji ber topbarana leşkerên Qereqola Ziver a li hemberî çiyayê spiyê şewat derketibû. Ji ber bayê zêde şewat her ku çû li derdorê belav bû. Şewata derket gihîşt heta gundê Kalxasî û gef li jiyana welatiyan xwar. Gundiyên nekarîn şewatê vemirînin çareyê di kolandina xendekan de dîtin û bi kepçeyê li derdora gund xendek kolan. 'Endamê Meclîsa AKP'ê piştî çend rojan telefona xwe vekir' Ligel ku ji bo mudaxaleya şewatê rayedar hatin agahdarkirin jî berpirsiyar nihatin dîtin. Gundiyên ku piştî çend rojan xwe gîhandin Endamê Meclîsa Giştî yê AKP'ê Yaşar Ozdemîr pirsa 'Ji bo çi hun mudaxaleyî şewatê nakin? kirin. Ozdemîr diyar kir ku herêma lê şewat derketiye ji hêla Walîtiya Çewlikê ve hatiye qedexekirin û got ku kes nikare biçe wê herêmê. Tê payîn ku ger mudaxaleyî şewatê neyê kirin dê bi hezaran hektar daristan bişewite. (ot)