Cezayê ji temenê wan zêdetir li 4 zarokan birîn! 2016-09-09 11:25:19 MÊRDÎN (DÎHA) - Doza 7 zarokên ku di qedexeya 11'ê kanûna 2015'an de li Kerboranê hatibûn girtin li Midyadê hat dîtin û dadgehê li 4 zarokan 92 sal ceza birî. Malbat û parêzerên zarokan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û diyar kirin ku ew dê der barê biryarê de itiraz bikin. Doza 7 zarokên ku di dema qedexeya 11'ê kanûna 2015'an de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibûn girtin li Midyadê hat dîtin. Zarokên bi navê Beşîr Acar (14), Halîl Taşdemîr (14), Ramazan Arslan (14), Omer Keskîn (15), Îbrahîm Aşkan (17), Ferhat Tûran (17) û Kadrî Sancar (17) ên di qedexeyê de li Taxa Tepebaşiyê îşkenceyê hatin binçavkirin û piştre hatîn girtin doza wan a yekemîn duh li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mîdyatê hat dîtin. Di rûniştina dozê de dadgehê ji bo Ferhat Tûran 23 sal, ji bo Kadrî Sancar 23 sal, ji bo Îbrahîm Aşkan 23 sal û Halîl Taşdemîr jî 23 sal bi tevahî ji bo her 4 zarokan bi hinceta, 'Yekîtiya dewletê xera dikin' û 'Endamê rêxistinê ne' 92 sal cezaeyê zindanê birî. Dadgehê destûr neda zarok parastina xwe bikin! Li gel ku di îdeanameya zarokan de rûniştina dozê weke saet 14.00 hatibû diyarkirin jî doza wan bêyî ku hayê malbatê jê hebe li ser SEGBÎS'ê di saet 09.00'an de hat dîtin. Li gor agahiyên ji malbatan hatine stendin heyeta dadgehê piştî mutalaya dozgeriyê heyetê destûr nedaye zarok parastina xwe bikin û her yekê weke deqeyekê parastin kiriye. Li gel vê yekê jî zarokan di parastina xwe de tu sûcên ku li ser wan tê gotin qebûl nekiriye. Di rapora krîmînalê ya ku li Amedê li ser cilên zarokan hatî kirin de jî tu şopên çekan li ser cilên zarokan nehat dîtin. Li gel vê jî cardin heyeta dadgehê derbarê 4 zarokên ku derketîn dozê 92 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Malbat û parêzerên zarokan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û dan zanîn ku ew dê derbarê biryarê de îtîraz bikin. Birayê Kadrî Sancar, Îslam Sancar diyar kir ku ji wan re saet 14.00 hatiye gotin lê doz serê sibê hatiye ditîn û wiha axivî: "Di îddanemayê de rûnişta dozê weke saet 14.00 hatibû nîşandan lê ji bo ku em zarokên xwe nebînin doz pêşde dane û saet 09.00'ê hatiye dîtin. Dayika min û dayikên van zarokan nexweş ketin û me wan rakirin nexweşxanê. Diya min berê 3 cara krîza dil derbas kiriye. Jiyana diya min di xetereyê de ye. Ji bo em zarokên xwe nebînin jî ew mişextî Îzmirê kirin. Em benda tehliya wan bûn lê bi vê biryara em ecêpmayî hiştin. Ev ne însaneti ye." 'Ji vê şaşiyê vegerin, zarokên me serbest berdin' Dayika Halîl Taşdemîr, Emîne Taşdemîr diyar kir ku ji ber îlankirina qedexeyê kurê wê çûye cem malbata xaltîka xwe û wiha axivî: "Kurê min bê sûc û bê sedem girtin. Ji ber qedexeyê newêrî bihata malê. Li wira mahsûr man ew û hevalên xwe. Bi wan re tu çek nehatiye girtin, tu kes ne kuştine. 23 sal dan van zarokan, jiyana van zarokan herimandin. Ev zilm e. Zarokên me birine Îzmîrê ji bo em malbat perîşan bibin. Ji xwe em perîşan bûn. Dema binçavkirinê jî îşkenceyek tund bi wan kirine. Ser û çavên wan hemû şîn û reş kiribûn. Bila ji vê şaşiyê vegerin. Zarokên me serbest berdin." 'Ev ceza jiyana van zarokan bi dawî kir' Dayika Îbrahîm Aşkan jî anîn ziman ku kurê wê xwendevan bû û wiha got: "Tu tiştekî şênber li ser van zarokan tuneye. Kurê min kêliyekê jî ji dibistana xwe nedima. Ev ceza jiyana van zarokan bi dawî kir. 23 sal ji xwedê re guneh e. Çawa destên we lê dibire? Jiyana mirovan wiha ne erzan e. Kurê min şandine Îzmîrê. Heqê rê bi min re tuneye ez biçim cem kurê xwe. Kezeba me şewitandin. Ez dixwazim kêliyekî berî kêliyekî kurê min û hevalên wî werin berdan." 'Cezayê ji temenê wan zêdetir dane wan' Dayika Ferhat Tûran, Ayşe Tûran jî destnîşan kir ku ev 9 meh in kurê wê bê sûc di zindanê de ye û wiha axivî: "Ev zilm e. 23 sal dane zarokên 15-16-16 salî. Ev cezayê ji temenê wan mezintir bê wicdanî ye. Îşkence bi wan kirin. Kayiş xistin situyên wan û li erdê kaş kirin. Ew sirgunî Îzmîrê kirin. Em dayik dixwazin demildest bigihêjin zarokên xwe. Kezeba me ne şewitînin. Ma qey hûn ji xwedê natirsin. Demek nêz dibistan vedibin û hêj çenteyê kurê min li malê ye." Xwediya mala ku zarok tê de hatibûn binçavkirin Sadiye Akkûş jî di derbarê serdegirtina malê wiha axivî: "Xwarziyê min û çend hevalên xwe di roja qedexeyê de hatin li deriyê min xistin û gotin, 'xaltîkê em li derve mane. Ew ê me bikujin derî li me veke'. Tu çek wan bi wan re tunebû. Bê guneh bûn. Bû sibe bi ser malê de girtin. Bi îşkenceyê ew birin." (kom/no)