'Dinya bi dor e' 2016-09-09 11:00:38 ENQERE (DÎHA) - Akademîsyen Kamuran Akin, yê ji ber ku deklerasyona "Em nabin şirîke vî sûcî" îmze kir û ji peyvirê hat girtin got: "Zanist ji îteatê hez nake. Her tişt bi dor e. Yên îro ceza dikin dê rojekê bên cezakirin. Îktîdara AKP'ê şûrê xwe ji kalanê kişandiye û ketiye nava akademîsyenan. Hemû akademîsyenên ku AKP'ê rexne dike û li dijî polîtîkayên wê derdikevin yek bi yek ji kar dûr dixe û li hemberî xwe artêşekê ava dike. Heta niha bi îlana zagonên KHK'ê yên OHAL'ê re 2 hezar û 346 akademisyen ji peyvirê hatin girtin. Yek ji akademîsyenên ji peyvirê hat girtin Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Kamuran Akin e. Akin, heta niha li li Zanîngeha Celal Bayar û Zanîngeha Enqereyê peyvir kiriye. Akin, ji Zanîngeha Celal Bayar hat îxrackirin. Akin, polîtîkayên AKP'ê yên îxracê nirxand û wiha got: "Sedema vê yekê ji ber deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" ye. Ji ber ez hatim îxrackirin ez ne poşman im. Zanist ji kesên îteat dike hez ake. Îteatê qebû nake. Ji bo aştiyek mayinde pêk bê em bi biryar û israr in. Ji ber ku ez ne akademîsyenê AKP'ê bûm û min aştî xwest ez hatim îhrackirin. Ez teqez ne poşman im." 'Akademilyên alternatif dê ava bibin' Akin, destnîşan kir ku îxraca wan zêde ji bo wan tiştekî naguherîne û ew dê li her derê û her demê xebatên xwe yên akademik bimeşînin û wiha got: "Dibe ku hundirê akademiyê vala bibe, lê dê akademiyên alternatif bên avakirin. Îktîdar, akademîsyenên ku li zanîngehan kesên lêkolîn dike, lêgerîn dike dipirse û nakokiyan ronî dike ji zanîngehan dûr dixe. Gotinek Sokrates heye dibêje 'Kesên me sucdar dikin, ji ber ku dixwazin ji me birevin me sucdar dikin' lê dê bên xapandin. Dibe ku em di aliyê maddî dezerar bikin, lê zêdehiya meya manevî dê gelek zêde be. Dibe ku hezyar û malbatên me xemgîn bibin. Lê roj bê dê her tişt berovajî vegere." (mae)