Polîsan bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kir 2016-09-09 10:22:31 EDENE (DÎHA) - Ciwanên li Edeneyê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin daketin kolanan, polîsan bi gulerê rastî êrîşî wan kir. Li Edeneyê bi sedan ciwan duh bişev ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan şermezar bikin derketin kolanan û bend danîn tecrîd şermezar kirin. Ciwanên li ser Kolana Obalar a taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhanê hatin gel hev, rê ji trafîkê re giritn û dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan. Ciwanê li kolanê rê girt û bend danîn, polîs bi maşînên zirxî hatin herêmê û bi guleyên rastîn êrîşî ciwanan kir. Li ser bersiva ciwanan demek kurt pevçûn derketin, polîs piştre ji taxê vekişiyan. Polîsan piştre tax bê ser û ber dan ber gulan, lê tiştek bi kesî nehat. Ji ber gulebaran polîsan dîwarên gelek avahiyan xesar dît. (ms)