2 rojnameger li Îzmirê hatin binçavkirin 2016-09-09 09:50:17 ÎZMÎR (DÎHA) - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Atilimê Deniz Bakir û Nûçegîhanê ETHA Ridvan Coşkun hatin binçavkirin. Şevê din li Îzmirê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Atilimê Deniz Bakir û Nûçegîhanê ETHA Ridvan Coşkun hatin binçavkirin. Bakir û Coşkun, bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" û li ser navê "MLKP'ê xebat kirine" hatin binçavkirin û birin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmirê. Li bendê ye ku îro wan sewqî dozgeriyê bikin. (mae)