Polîsan li ser dîwaran nivîsên nijadperest nivîsin 2016-09-09 09:48:37 AMED (DÎHA) - Di têketîna Toplukonût a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê de ji aliyê polîsan li ser dîwaran nîvîsên nîjarperest hatin nivîsin. Bi polîtîkaya şerê taybet ku li Kurdistan û Tirkiyê tê meşandin di demên dawî de gelek mînakên nijadperest ji xwe didin der. Yek ji van jî nivîsên ji hêla polîs û leşkeran ve li bajarên Kurdistanê li ser dîwaran tên nivîsin in. Di ketin û derketinê Amedê de polîsan li ser hin dîwaran nivîsên nijadperest nivîsin. Dîsa derdorê Amedê polîsan bi şev û bi roj bi keyfî kolan dagirkirin û di wesayîtan de kontrol pêk anîn. Di têketina Toplukonût a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê de ji aliyê polîsan ve li ser dîwaran nîvîsên nîjarperest û faşîzan nivîsin. Li ser dîwaran nivîsên wekî "POH Asayîş, Komutan Zalim e", "Cumhur Reîs", "Uzun Adam Reîs" û îşaretên hîlalê nivîsin. (ra-rd/ms)