Qurbaniyên cejnê ji bo Geverê bibexşînin 2016-09-09 09:08:38 COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê 500 mal ji nû ve hatin avakirin ji bo xebatên înşayê leztir bibe bang hat kirin ku di Cejna Qurbanê de qurbaniyên xwe ji bo gelê herêmê bibexşînin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi awayekî hevpar nêzîkê 500 mal ji nûve hatin avakirin, Komaleya Piştgirî û Alîkariya Rojava û Şaredariya Geverê ji bo lezdayîna xebatên înşayê, xebata berhevkirina qurbaniyên Cejna Qurbanê da destpê kirin. Qurbaniyên li Colemêrg, navçeyên wê û gundan bi tevahiya herêma Serhedê bên berhevkirin, dê ji bo kirîna çîmento, derî, kalekîm, fayans û boyaxê bên bikaranîn. Ji bo welatiyên navçeya ku zivistana wê zû tê, bang hat kirin ku qurbaniyên xwe bibexşînin. Amûrên înşayê têrê nakin Endamê Meclisa Şaredariyê Îbrahîm Yondem der barê xebata hatiye destpêkirin û înşayê de axivî û diyar kir ku gelek hewcehiyên malbatên malên wan hilweşî hatine pêşwazîkirin, karên tespîtê jî hêj didomin. Yondem destnîşan kir ku ji bo înşayê zêdehî hewcehî bi amûrên brîket, çîmento û sacan hene û amûrên di destên wan de têr nakin. ‘Bi qurbanên bila Gever ava bibe’ Yondem da zanîn ku divê xebatên înşayê demildest bi dawî bibin û di serî de li Colemêrg û gundên wê bi tevahî herêmên Serhedê bi qurbanên xwe piştgirî bidin xebatan. Yondem got ku welatî dikarin bi riya Komaleya Rojava piştgiriya qurbanan bikin û wiha axivî: “Divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Li gundan xebatên me dest pê kirin. Ji bo rê li ber koçberiya welatiyan bê girtin ev xebat girîng e. Divê mirovên karsaz û saziyên welatparêz bi piştgiriya xwe tevli vê xebatê bibin.” Bila Gever tenê neyê hiştin Endamê Meclisa Şaredariyê û xebatkarê Komaleya Rojava Necat Dogan jî anî ziman ku wan heya niha 17 hezar kolî zexîre li welatiyan belav kirine û ev ji bo pêçandina birînên welatiyan têrê nake. Dogan diyar kir ku divê welatiyên Geverê yên li hember van polîtîkayan bi awayek rûmet sekinîn tenê neyên hiştin û ev bangawazî kir: “Şertên zivistana vir dijwar e. Zêdetir hewcehî bi betenî, balîf û singeran heye. Divê em li hember vê bersivê bikevin nav liv û tevgerê.” (kom/gka/ms)