Cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê anîn Amedê 2016-09-08 22:59:59 AMED (DÎHA) - Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Behçet Yetîş (Tufan Arjîn) îro li navçeya Hezroyê û cenazeyê Murat Yalavaz (Mordem Amed) jî dê sibê li gorîstanê Yenîkoy a Amede bê defi kirin. Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Behçet Yetîş (Tufan Arjîn) û Murat Yalavaz (Mordem Amed) ên ku di 23'yê tebaxê roja sêşemê li herêma daristanî ya Bezikê ya çoltara navçeya Qisleya Dersimê êrîşeke hewayî de bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testa DNA’yê cenazeyê gerîlayên bi navê Behçet Yetîş û Murat Yalavaz ji hêla malbat hatin wergirtin û anîn Amedê. Dema ku cenazeyên Yetîşê anîn Amedê malbat xwest wecîbeyên olî li gorîstanê Yenîkoyê pêk bînin, lê polîsan dîsa astengî derxist. Dema cenazeyê Yetîş û Yalavaz li Amedê derdiketin rê polîsan bi gotinên wek3i “Bila dengê sîrenan venekin” gef li welatiyan xwarin. Cenazeyê Yetîş ber bi navçeya Hezroyê ve hat rêkirin dê îşev bê defin kirin. Cenazeyên Yalavaz jî di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin, piştî wê di bin dorpêça polîsan de birin goristana Yenîkoyê. Polîsan bi TOMA, wesayîtên zirxî û Ford Rengeran dora goristanê girtin. Dema ku cenazeye Yetîş ket gorîstanê bi tililî û dirûşmên “Şehîd namrin” hat pêşwazîkirin. Cenaze li morga goristanê hat rawestandin dê sibê cenazeyên Yetîş bi girseyê di seat 10.30’an de bê definkirin. (rd-fd/ms)