Li Pulurê şer 2016-09-08 21:36:42 DERSIM (DÎHA) - Hat ragihandin ku li navçeya Pulur a Dersimê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û hêzên artêşa tirk de şer derketiye. Li gorî agahiyên hatin girtin; di navbera leşkerên ku li bejahiya gundê Kozlûça yê girêdayî navçeya Pulurê derketibûn operasyonê û gerîlayan de şer qewimiye. Devera daristan a ku şer lê qewimî ji aliyê helîkopterên kobra ve hat bomberdûmankirin. Têkildarî kûştî û bîrîndarên şer, tu agahiyên zelala nehatin bidestxistin. Di encama bomberdûmanê de li hermê şewat derket. (ms)