Doza Yasemîn Çakal hat taloqkirin 2016-09-08 19:05:00 STENBOL (DÎHA) - Doza Yasemîn Çakal ya li hemberî hevjînê xwe ya ku xwast wî bikuje mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî, ji ber ku rapora ATK'ê dawî ne bûye taloqê 7'ê Kanûnê hat kirin. Doza Yasemîn Çakal ya li hemberî hevjînê xwe ya ku bi avayek sîstematîk şîdetê li wê dikir û herî dawî xwast Çakal bikuje mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê ya Stenbolê hat dîtin. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu û gelek jin tevli doza Çakal bûn. Doza beriya niha hat dîtin ji bo rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû taloq kirin. Doz carek din ji bo amadenebûna rapora ATK'ê taloqê 7'ê kanûnê hat kirin. Parêzerên Çakal parastinê kirin û doza Çîlem Dogan bi bîr xistin û beraeta Çakal hat xwastin. Ji parêzeran Merîç Eyupoglu nerazîbûn nîşanê heyetê da û got ku pergala hiqûqê di navbera jin û zilam de biryarên cuda dide. " Parêzerên Çakal carek din nexweşiyên wê bi bîr xistin û dan zanîn ku bi pêvajoya OHAL'ê re binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye. Piştî parastinan doza Çakal ji ber amade nebûna rapora ATK'ê taloqê 7'ê kanûnê hat kirin. (ozp/ms)