Li dijî peywîrgirtinê daketin qadan 2016-09-08 17:45:01 STENBOL (DÎHA) - Şaxa Platforma KESK'ê ya Stenbolê ji peywir girtina 11 hezar û 500 mamosteyî şermezar kir. Piştî bi biryara Serokwezîr Bînalî Yildirim 11 hezar 500 mamoste ji peyvirê hatin girtin bertekên tund hatin nîşandan û çalakiyan dest pê kir. Endamên Şaxên Platforma KESK'ê li ber avahiya Miduriyeta Perwerdehî ya Stenbolê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dan. Kedkarên ku pankarta "Zordestî, sirgûn û ji peyvir girtin nikare vîna me bişkîne" vekirin û diruşmeyên "Ji OHAL'ê re û ji derbeyê re na, bijî Tirkiyeya Demokratîk" berz kirin. Sekretera Rêxistinkirina Giştî ya şaxa TUM-BEL SEN'ê Satî Çali di çalakiyê de axivî û anî ziman ku di bin navê derbeyê de kedkar hedef tên girtin û wiha got: "Em li hemberî AKP'ê tedikoşîn. Em tekoşîna mirovahî û demokrasiyê didin. Kiryarên îro ji nû ve parvekirina saziyên dewletê ye." 'Em ê ji bo pêşeroja zarokan li berxwe bidin' Berdevka şaxa KESK'ê Sevtap Akdag jî li ser navê girseyê daxuyanî xwend û dest nîşan kir ku hikumet hewldana derbeyê ji xwe re wekî çek bikar tîne û wiha axivî: "Hikumet ji bilî xwe li kesekî din nafikire. Lê rojek dê were hesab jê bê pirsîn. Em ê ji bo pêşeroja zarok û xwendekarên xwe li berxwe bidin. Dîsa emê li hemberî derbe û OHAL'ê jî tebikoşin." Daxuyanî bi çepikan dawî bû. Hate zanîn ku dê KESK bi heman armancê sibê saet 14.30'an de li ber Walitiya Stenbolê jî daxuyanî bide. (ozp/ot)