Bi daxwaza Serokwezîr 11 hezar mamoste dê ji kar bên avêtin 2016-09-08 16:44:14 ENQERE (DÎHA) - Piştî fermana Serokwezîr Bînalî Yildirim bi hinceta têkiliya wan bi PKK'ê re heye 11 hezar û 500 mamoste derxistin derveyî peywirê. Serokwezîr Bînalî Yildirim di serdana xwe ya Amedê de 14 hezar mamosteyan hedef nîşan da bû û gotibû ewê wan ji kar dûr bixin. Hate diyar kirin ku piştî şandina lîsteyê ewê der heqê mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin lêkolîn bê kirin û piştre dê biryar bê dayîn. (ot)