Egîtîm Sen: AKP agir geş dike 2016-09-08 16:34:56 ENQERE (DÎHA) – Navenda Egîtîm Senê ya Engerê der barê kar avêtina mamoste û karkeran de li ber deriyê Perwerdehiya Netewî daxûyanî da çapemeniyê. Egîtîm Sen’ê bi beşdarbûyîna parlementerên HDP’ê Mîthat Sancar, Muslum Dogan, Erol Dora û Serokê KESK’ê Lamî Ozgen der barê kar avêtina mamoste û karkeran de li ber deriyê Perwerdehiya Netewî daxûyanî da çapemeniyê. Daxûyanî ji aliyê Serokê Giştî yê Egitim Senê Kamuran Karaca ve hat xwendin. Karaca da zanîn ku hikûmeta AKP’ê rewşa awarte (OHAL) hincet nîşan dide û êrîşî mamosteyên girêdayî Egîtîm Senê û karkeran dike û wan ji kar dûr dixe. ‘AKP agirê geş dike’ Karaca diyar kir ku AKP bi îxrackirina karkeran û mamosteyên girêdayî Egitim Senê bi agir dilîze û wiha axivî: “Biryara ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ya ji bo dûrxistina kar a mamosteyan dayî bi tu awayî nayê qebûlkirin. AKP bi awayekî zelal agirê geş dike. Ger ev biryar dewam bike dê li Tirkiyeyê rewşekî cûda derbikeve holê.” ‘AKP tehemûlê fikrên cûda nake’ Karaca bal kişand ser kesên ku azad difikirin û dibin hedefa hikûmeta AKP’ê û wiha pêde çû: “Kesên ku li dibistan, zanîngeh û jiyanê cûda difikirin dibin hedefa hikûmeta AKP’ê. Tehemûla AKP’ê ji fikrên cûda re nema ye û dixwaze her kes li gorî fikrên wan tevbigere.” ‘Sûcê wan cûda fikirîn e’ Karaca bi lêv kir ku heta dawiyê ew ê li cem kesên ku cûda difikirin bin û wiha berdewam kir: “Niha li Tirkiyeyê sedema kesên ku ji kar tên avêtin tenê cûda fikirîn e. Di bin navê operasyonên rêxistina FETO de gelek kes ji kar tên avêtin. Lê em baş dizanin ku tu eleqeya mamosteyên ku îro ji karê wan tên dûrxistin bi rêxistina FETO re tune ye.” ‘Hûn û FETO hevpar in’ Piştî Karaca Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî axivî û ev tişt gotin: “Em ê li hemberî hemû zor û zordariyên hikûmeta AKP’ê li ber xwe bidin û teslîmî fikrên wan nebin. Heta duh hûn û rêxistina FETO hevparên hev bûn. Îro di bin navê operasyonên rêxistina FETO de kesên kedkar û demokrat hedef tên girtin. Armanca we çi dibe bila bibe hûn nikarin me ji vî karî dûr bixin.” ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’ Ozgen anî ziman ku tu hêz nikare wan asteng bike û wiha bi dawî kir: “Tu hêz nikare me asteng bike. Em li cem kesên kedkar û karker cîh digirin. Em ê li hemberî biryara hikûmeta AKP’ê ya qirêj bi biryarî têkoşîna xwe xurt bikin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin û nabin hevparê kedxwarina wekî hikûmeta AKP’ê. Em û bi sed hezaran gelê me bi hev re ne û em ê heta dawiyê li hemberî wan qirêjiyan têkoşîna xwe bidomînin.” (fd/ot)