Xwendekarê girtî Temel hat berdan 2016-09-08 14:48:02 STENBOL (DÎHA) - Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Taha Temel ku ji beriya salekê bi hinceta "endamê rexistinê" ye hatibû girtin hat tehliye kirin. Xwendekarê Zanîngeha Marmara yê Stenbolê Taha Temel ji beriya salekê bi hinceta "endamê rêxistinê" ye hatibû girtin. Doza Temel li Dadgeha Cezayên Giran a Dûyem a Anadoluyê hat dîtin. Malbata Temel, hevalên wî yên xwendekar û mamosteyên wî yên ku bi biryara di hikmê zagonê (KHK) ji peyvirê hatîn girtin jî beşdarê rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de Temel mafê parastinê girt, îdiayên der barê xwe de qebûl nekir û tehliyeya xwe xwest. Parêzerê Temel jî hema îdia pûç kir û tehliyeya muwekîlê xwe xwest. Heyeta Dadgehê piştî navberdayîna rûniştinê biryara tehliyeyê da û dozê taloq kir. Temel li girtîgeha Tîpa L ya Balikesîr'ê tê girtin. (ozp/ot)