Dîlokê piştgirî da berxwedana grevê 2016-09-08 13:35:09 DÎLOK (DÎHA) - Berxwedana greva birçîbûnêya ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê giritn hatiye destpêkiirn, piştgiriyek jî Dîkokê hat. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dîlokê jî destek dan berxwedêrên çalakiya grevê ya li Amedê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Civîna li avahiya DBP'ê ya Dîlokê pêk hat de gelek rêvberên partiyê û welatî beşdar bûn. Li salona civînê pankarta "Em greva birçîbûnê ya hilbijartiyên me ji bo Rêbertiya me destpê kirine silav dikin" hat daliqandin. Di civînê de Hevserokê HDP'a Dîlokê Erkan Şahîn axivî û diyar kir ku 500 roj in hevdîtinên bi Ocalan re ji hêla AKP'ê ve hatiye qutkirin, ji ber ku AKP'ê di pêvajoya muzakereyan de tiştek bi dest nexist, dixwaze tolê ji Ocalan bigire. Şahîn diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana grevê û AKP hişyar kir ku got heke tiştek bi Ocalan bê dê bersiva wêya li Rojhilata Navîn giran be. (ms)