Doza KCK'ê ya dozger û dadgerê wê girtiye dewam kir 2016-09-08 13:32:01 STENBOL ( DÎHA) - Doza KCK'ê ya Stenbolê ku dozger û dadgerê wê di çerçovepa operasyona Cemaeta Gulen de hatin girtin dewam kir. Parêzer Ercan Kanar balkişand ser vê rewşê û xwest siyasetmedarên tên darizandin bên berdan. Rûniştina 8'mîn a doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 8'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Ligel siyasetmedarên Kurd û parêzerên wan, gelek malbat jî tevlî rûniştina dozê bûn. Parêzer Ercan Kanar di rûniştina dozê de balkişand ser bê hiqûqiyên dozê û got ku yên dozên KCK'ê vekirin di çerçoveya operasyonên li hemberî Cemaeta Gulen de hatine girtin û balkişand ser dozên Balyoz û Ergenekonê û xwest siyasetmedarên Kurd jî serbest bên berdan. Piştî Kanar siyasetmedarên mafê axavtinê wergirtin diyar kirin ku doz bi awayekî bê hiqûqî hatiye vekirin û daxwaza tehliyeyê kirin. Dozger li ser daxwaza parêzeran ji bo bêhiqûqiyên dozê bên tesbîtkirin dem xwest. Piştî daxwaza dozgeriyê, Heyeta Dadgehê biryar girt ku siyasetmedar dikarin êdî tevlî rûniştina dozê nebin û doz taloqî 19'ê rêbendana 2017'an kir. 'Dozger û dadgerên dozê ji peywirê hatin girtin' Hêjayî gotinê ye ku piştî hewla darbeyê dozgerên bi navê Adnan Çîmenê îdîanameya doza KCK'ê ya Stenbolê, Îsmaîl Tandoganê îdianameya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Bîlal Bayraktarê îdianameya 46 rojnamegerên Kurd amadekiribû û Dadgerên bi navê Alparslan Uz, Kazim Kahyaoglu û dozgerê rûniştinê Îsmaîl Işık ên li 15'mîn Dadgeha Cezayên giran ê Stenbolê peywirdar û Dadgerê doza KCK'ê yê Amedê Menderes Yilmazê herî dawî bûbû endamê Yargitayê ji peywirê hatibûn girtin. Dîsa Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad jî bi daxuyaniyekê aşkerekiribûn ku piştî cihê dozger û dadgeran hatiye guhertin tu rewabûna dozê nema ya û gotibûn doz êdî di hikmê tunebûnê de ye û daxwaza tehliyeya muwekîlên xwe kiribûn. 'Roja rûniştina dozê jiyana xwe ji dest da bû' Siyasetmedarê Kurd ê bi navê Şemsettîn Dulekê rêveberiya Rêxistina Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê dikir û ji doza KCK'ê hatibû girtin di 17'ê Gualanê de di roja rûniştinê de jiyana xwe ji dest dabû. (ot)