Polîsan salekê 34 kes di serdegirtinê malan kuştin 2016-09-08 11:53:24 SELMAN KELEŞ WAN (DÎHA) - Polîsên tîmên taybet li Wanê di serdegirtina malan a salekê de jin, zarok jî di navde 34 kes qetil kir. Polîsên tîmên taybet li Wanê di nava salekê de bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan a bi maşîneyên zirxî 34 welatî qetil kir. Ji 15'ê Îlona 2015'an heta 30'ê tebaxa 2016'an tîmên taybet bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 34 kes bi gulereşandina ser malan qetil kirin. Bi taybetî li taxên Xaçort a Rêya Armûşê, navçeya taxa Şehît Firat a Artemetan û gelek taxên din bi ser malan de girt. Di 15'ê Îlonê de li taxa Şehit Firatê polîsan bi maşîneyên zirxî li ser malekê gule reşandin û zarokê 18 salî Vedat Balik qetil kirin. Şahidan diyar kirin ku piştî polîsan Balik birîndar kirin, nîv saetê li ser serê wî rawestiyan da ku jiyana xwe ji dest da. Di şer de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan Di 13'ê Mijdarê de li herêma Geliye Zilan gundê Gergili timên taybet bi ser mala ku endamên HPG'ê Vefa Kayahas (Devrim Tendurek), Ozcan Kisak (Harun Glidax) û Cemil ê ji Îranê lê bûn de girt. Di şer de timên taybet wanî şewitand û 3 endamên HPG'ê di xanî de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 12 endamên HPG'ê jahrînî kirin Di 10'ê çile de tîmên taybet li taxa Yenî ya Artemetê bi maşîneyên zirxî bi ser avahiyekêde girt û 12 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku ewil jahr tev li xwarina an kirin u piştre gulebaran kirin. Di 22'ê çile de li taxa Xelîl Axa ya Reya Armuşe polîsên timên taybet bi ser Bloka C a Siteya Gungor de girt û ciwanê bi navê Nadir Tezgel petil kirin. Di 28'ê Adarê de polîsan li taxa Valî Mîthat Key a navçeya Reya Armuşê bi ser seha topê de girtin û ciwanê bi navê Umut Çelebî qetil kirin. Di 19'ê Nîsanê de polîsên tîmên taybet li taxa Xaçortê bi ser malekê de girt û zarokê 7 mehî û dayika wî ya 30 salî Remziye Bor birindar kirin. 28 roj şûnde Remziye Bor jiyana xwe ji dest da. Di 18'ê Nîsanê de tîmên taybe li taxa Xakçortê bi ser malekê de girt û endamê HPG'ê Delil Akyuz (24) di şer de jiyana xwe ji dest da. Di 1'ê Gulane de li taxa Xaçorte polîsên timên taybet endamê HPG'ê Mahmut Çar (Cigerxwin Serhat) qetil kirin. * Di 10'ê Hezîranê de li kolana Surmelî ya Xaçortê polîsên tîmêin taybet welatiye bi navê A. Vekil Atabay û 3 kesen din qetil kirin. Di 13'ê Hezîranê de li Xaçortê li nêzî Hala Sebze polîsên tîmên taybet maşîne gulebaran kir. Di êrîşê de rêveberê DBP'ê yê Artemêt Ahmet Demîragaç, welatiyen bi navê Ferdi Narîn, Sezgin Armut, Abdulbekir Atabey qetil kirin. Di 10'ê Tîrmehê de li taxa Xaçorê tîmên taybet bi ser malekê de girt û endama YPS'ê Zîlan Kurt hat qetilkirin. Di 26'ê Tîrmehê de li taxa Xaçortê polîsên timên taybet kalê 75 salî Tahir Çaylak qetil kir. Di 29'ê Tebaxê de li taxa Suhpanê ya Artemetanê tîmên taybet bi ser malekê de girt û endamên YPS'ê Recep Dalmiş (Berxwedan Welat) û Nıştiman Tota (Avyan Afrin) qetil kirin. * Di 30'ê Tebaxê de li kolana Surmelî ya Xaçortê polîsan bi ser malekê de girt û li derdorê gule reşandin. Di êrîşa polîsan de zarokê 17 salî Mustafa Duman birîndar kirin û Duman li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. (mae)