Malbat di nava fikaran de ne 2016-09-08 11:32:20 EDENE (DÎHA) - Malbatan bal kişand ser rewşa girtiyan û diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di binê zextan de ne, duh tenê 5 deqan bi girtiyan re hevdîtin pêk anîne, ji ber vê der barê jiyana wan de fikaran dijîn. Malbatên duh li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê bi xizmên xwere hevdîtin pêk anîn, aşkera kirin ku girtî bi sîstematîk tên îşkencekirin, der barê zextan de alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê hat xwestin. Xwişka girtiyê bi navê Fayîk Akay, Fatiye Taşkin, diyar kir ku zextên li girtîgehan her roj zêdetir dibe. Taşkin da zanîn li cihê hevdîtinê polîs disekinin û li ser wan zextên derûnî tên meşandin û ev tişt got: "Girtiyan xwest em der barê van zextan de bertekên raya giştî derxin pêş. Xwestin ev îşkence bi dawî bibin." Dayika gitiyê bi navê Ridvan Ulaş, Vesîle Ulaş, got tenê wê 5 deqan bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye, di vê demê de jî gengeşî derketiye. Dayik Ulaş anî ziman rengê kurê wê zer bibû û ev tişt got: "Diyar bû li hundur tiştek pêk hatibû. Rewşa wan ev dida nîşan. Min der barê rewşê de li kurê xwe pirsî bersiva 'Di sibehê de li ser me zext hene. Li hundur çevîk disekinin. Di koxûşê de gengeşî derket. Hevalekî me birin. Êrîşên me kirin, dibe her tişt pêk bê.' Em jî ji jiyana wan bi fikar in." Di çavdêriya polîsan de hevdîtin Kekê girtiyê bi navê Veysî Tan, Mehmet Tan jî bi lêv kir li pişt birayê wî polîs sekinî bû, polîsan zext li wan kiriye û ev tişt got: "Di dema hevdîtinê di navbera girtî û gardiyana de gengeşî derket û kursî li hewa firîn. Piştî wê me girtî nedîtin." Tan destnîşan kir ku ji bo zext bi dawî bibin ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin. (ms)