Saetek qedexeya li Geverê kêm kirin 2016-09-08 11:13:00 COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Geverê saetek "Qedexeya derketina kolanan” a di navbera saetên 23.00-06.00’an de didomiya kêm kirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê "Qedexeya derketina kolanan” di 20'ê gulanê de bi awayekî bi qismî hatibû rakirin. Qedexe heta niha di navbera saeten 23.00-06.00’an de didomiya. Ji ber cejna qurbanê ji îro heta 18’ê Îlonê di navbera 24.00-06.00'an de hat guhertin. (kom/mae)