Ji ber eleqeya mezin saetên ziyaretê hat guhertin 2016-09-08 10:54:26 AMED (DÎHA) - 50 siyasetmedarên ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin dest bi greva birçîbûnê kirin, ji ber eleqeya mezin a serlêdanê saetên ziyaretê guhertin. Ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin, 50 siyasetmedarên kurd dest bi greva birçîbûnê kirin, çalakî di roja 4'emîn de didome. Çalakiya siyasetmedaran ji roja destpêkê heta niha ji ziyaretê xalî nebûye. Gelek hunermend, siyasetmedar, alimên olî û welatî tên serdana çalakiya grevê. Saetên serlêdanê guherîn Saetên serlêdana çalakvanan berî du rojan hatibûn diyarkirin, ji bo çalakvan zêde newestin careke din hatin guhertin. Li gorî wê, dê di navbera saet 10.00-13.00/ 15.00-18.00/ 19.00-21.00'an de ji serlêdan û çapemeniyê re diyar be. Di nava rojê de di nava serlêdanan de herî zêde zarok, kal û pîr hebûn. 2 pîrên temenê wan 70 û 80 salî her çendî tenduristiya wan dest nede jî hatin serdana çalakvanan. Dîsa ji Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, wekîlên HDP'ê Huda Kaya, Kadrî Yildirim, Besîme Konca, Ahmet Yildirim, Mahmut Togrul, Meral Daniş Beştaş, Hevşardarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet jî di nava serlêdanan de cih girtin. Kemal Pîr hat bi bîr anîn Bi ziyareta Komeleya 78'an re bi nimasebeta salvegera şahdeta Kemal Pîr, merasîma bîranînê ji hêla girseya li avahiyê ve hat lidarxisitn. Dîsa di nava rojê de kesên tên serdana çalakvanan, di deftera "Nîşeyên bo Giravê" de bîranînên xwe dinvîsin. Êvarê saet di 22.00'an de serlêdan bi dawî bûn. (ms)