Şîrketên AKP'î hem xera dikin hem diziyê dikin 2016-09-08 09:25:44 MÊRDÎN (DÎHA) - Şîrketên ku îhale ji AKP'ê girtine, li taxên berxwedanê yên Nisêbînê malên ku zirar nedîtine jî, ji bo berjewendiyên xwe xera dikin. Ev şîrketen îhale girtine di xerakirinê de şîşên xaniyan kom dikin bi wesayîtan dibin difiroşin. Xerakirina malên li taxên berxwedanê yên Nisêbîna Mêrdînê didome. Ji taxên Koçer, Şehîd Gelhat, Elîka û Kanîka, mezinahiya hilweşandina malên taxa Kanîka bi qasî 5 sehayên futbolê mezin e. Welatiyên ku malên wan li taxa Kanîka ye û ji bo ku rewşa mala xwe bibînin çûn taxa xwe bi hilweşandina malên xwe re rû bi rû man. Gelek welatî dema cara duyemîn diçin malên xwe, dibînin ku firaxên wan hatine dizîn xaniyên wan ên saxlem jî hatiye xerakirin. Xaniyan xera dikin û şîşan didizin Ekîbên ku îhaleya hilweşadina taxan girtine, malên saxlem jî hildiweşînin ku hîn bêhtir pereyan bistînin. Hate hînbûn operatorên kepçeyên ku hilweşandina malan dikin, bi kepçeyan zirarekî didin qolonên malan ku dema ekîbên tespîtkirina zirara malan dikin werin û biryara hilweşandina malan bidin. Ekîbên hilweşandinê bi vê yekê ji malên ku hildiweşînin hesinan derdixînin û van hesinan jî ber bi bajarên Tirkiyeyê dibin. Hilweşandina malên saxlem yên taxa Kanîka jî ket kamerayan. Ev yek jî planên qirêj yên ekîbên hilweşandinê derdixîne holê. (kom/no/mae)