Di cejna qurbanê de mexdûrên şer ji bîr nekin 2016-09-08 09:23:34 AMED (DÎHA) - Rêveberê Komeleya Rojava Huseyîn Durmaz, ji welatiyan xwest ku di cejna qurbanê de mexdûrên şer ji bîr nekin û goştê qurbaniyan bidin koçberan. Cejna qurbanê nêzîk dibe. Ji bo alîkarî bi welatiyên mexdûrên şer re bê kirin xebatên Komeleya Rojava jî didomin. Komeleya Rojava ji bo ku di Cejna Kurbanê de alîkariyê bide welatiyên ji Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Kerboran, Gever û Şirnexê koçber bûn, ji welatiyan xwest ku di cejna qurbanê de goştê qurbaniyan bidin mexdûrên şer. 'Olê îslamê ferz dike ku alîkarî bidin mexduran' Rêveberê Komeleya Rojava Huseyîn Durmaz, têkildarî amedekariyên cejna qurbanê axivî û bang li gelê herêmê kir ku goştê qurbanê ji gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê re bişînin. Durmaz, destnîşan kir ku li Tirkiye herî zêde gelê Kurdistanê mexdûr bûye û wiha got: "Olê îslamê li me ferz dike ku em di cejnan de alîkariyê bidin gelên mexdur. 'Em hemû alîkariyan digînin gel' Durmaz, da zanîn ku lawirên gel ji bo qurbanê ji wan re rê dikin kom dikin û dê roja cejna qurbanê serjê bikin û li gel belav bikin. Durmaz, herî dawî destnişan kir ku ew goşt dabeş dikin û dicemidînin piştre li welatiyên pêdiviya wan pê heye belav dikin." (la-ra/mae)