Ji bo zarok nemirin dayik di "Nobeta Azadiyê' de ne 2016-09-08 09:20:22 EDENE (DÎHA) - Dayikên aştiyê li Edeneyê beşdarî çalakiya "Nobeta Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn û xwestin êdî zarok neyên kuştin. Çalakiya "Nobeta Azadiyê" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li 11 qadên cuda yên 4 navçeyên Edeneyê berdewam dikin. Çalakiya Nobetê ya ji bo 3 roj dorveger hatiye destpêkirin 24 rojin didome. Dayikên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane jî di çalakiya "Nobeta Azadiyê" de cihê xwe digirin. Dayika Aştiyê Halime Înan, ku tev li çalakiyê bûye, diyar kir ku ji bo xwîn bisekine û zarok neyên kuştin tev li çalakiyê bûye. Înan xwest êdî kes neyê kuştin. 'Bila zarokên me di şer de neyên kuştin' Dayika Aştiyê Gule Ozbay jî ani ziman ku ew dixwazin ji serokê xwe agahî bigirin û wiha got: "Ji bo zarok neyên kuştin û dayik rondikên çavan nebarînin ez li vir di nobetê de me. Ev şer bi azadiya Ocalan ancak raweste." Dayika Aştiyê Hediye Tufan jî anî ziman ku ji bo ji bo êdî mirov neyên kuştin û şer pêş bikeve di nabotê de ye. (mae)