Nûçegîhanên Evrenselê hatin berdan 2016-09-07 22:02:15 MÊRSÎN (DÎHA) - Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Cemil Ugur û Îbrahim Halil Polat ku di 23'ê Tebaxê de hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Cemil Ugur û Îbrahim Halil Polat ku di 23'ê Tebaxê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin piştî 15 rojan serbest hatin berdan. Ugur u Polat piştî 15 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin û li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. (mae)