Atolyeya wêneyan a Zindana Amedê vebû 2016-09-07 20:11:59 AMED (DÎHA) - Navenda Koordînasyonê ya Muzeya Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê, atolyaya ku wêneyên îşkenceya Zindana Amedê xêz dike vekir. Navenda Koordînasyonê ya Muzeya Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê, ji bo îşkenceya li Girtîgeha Amedê bîne ziman li Parka Sumerê atolyeya wêneyan vekir. Atolyeya ku tabloyên wê ji aliyê 20 hunermendan ve hat xêzkirin bi bernameyekê hat vekirin. Di bernameyê de wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Çaglar Demîrêl û Ziya Pîr, endamên Komaley 78'an, endamên Dayîkên Aştî û gelek kes amade bûn. Hunermend Çinar Azîzoglû diyar kir ku ew trajedyayên ku pêk hatin, napejirînin û wiha got: "Her çend zor û zahmetî li pêş me hebin jî em dê di nava xwe de wêneyan xêz bikin. Ji ber vê yekê di aliyê çandî de Amed bajarekî dewlemend e." Hevseroka TUHAD-FED'ê Prz. Bahar Oktay jî anî ziman ku darbeya herî mezin li girtîgeha Amedê pêk hatiye û wiha axivî: "Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin di 5'ê Îlonê de li Amedê dest pê kir, 3 rojin didome. Em piştgiriyê didin çalakiya wan û em şopdarê çalakiya wan in. " Wekîla Amedê Çaglar Demîrel jî destnîşan kir ku berê li girtîgeha Amedê berxwedana mezin hebû û wiha got: "Berxwedana zindana Amedê îro li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê berdewam kir. Dê tekoşîna me her bidome û emê bi ser bikevin. Ez bang li AKP'ê dikim ku hiqûq edalet e. Çima destûr nadin parêzer û malbat bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin? Em dixwazin ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bikin da ku hevalên me jî dawî li çalakiyê bînin. (rd-bo/mae)