2 kes li Farqînê hatin girtin 2016-09-07 18:55:24 AMED (DÎHA) - 3 kesên ku 12 roj berê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 3 kesan 2 kes hatin girtin. Polîsan 12 roj berê li taxa Feridun a navçeya Farqina Amedê bi ser kahweyê de girti û 3 kes binçav kirin. 3 kesên 12 roj berê hatin binçavkirin îro sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 3 kesan 2 kes hatin girtin û kesek serbest hat berdan. Hamit Magaç, Mahmut Yaş û Mehmet hatin girtin û Nafiz Fidan bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Magaç û Yaş şandin Girtîgeha tîpa D a Amedê. (mae)