'Balafiran cenazeyên leşkeran bombe kir' 2016-09-07 18:33:36 COLEMÊRG (DÎHA) – Hat îdîakirin ku balafirên şer herêma Ertoşê ya Çelê ku cenazeyên gelek leşker lê heye bombe kir. Li herêma Ertoşê ya Çelê ya Colemêrgê hat îddiakirin ku balafirên şer cenazeyên leşkerên di şer de hatine kuştin û hêj li erdê ne bombe kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di şerê şeva 2’ê Îlonê de hêzên dewletê cenazeyên leşkerên hatin kuştin ji ber dijwariya şer nekarîne bigirin û balafirên şer cenaze bombe birin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (BÎM) ya HPG’ê jî di 3’ê îlonê de bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku gelek cenazeyên leşkeran ketiye destên wan. Ev îddiya derket holê jî cenazeyên leşkeran a di daxuyaniya HPG’ê de derbas dibe piştrast dike. Li çoltara şer lê qewimîn hêj tevgera leşkerî û helîkopteran berdewam dike. Derbarê rewşa dawîn a şer de ji ber qutbûna ragihandinê tu agahiyek zelal heya niha nehatiye bidestxistin. (kom/mae)