Topbaranî bû sedema şewatê 2016-09-07 16:34:12 COLEMÊRG (DÎHA) – Li bajaroka Rûbarokê ji ber topbarana leşkerî li herêma Mamreşê şewat derket. Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê leşkeran çoltara herêma Mamreşê topbaran kir. Topbarana ji 34’emîn Fermandariya Alaya Hudutê hat kirin bû sedema şewatê. Hat diyarkirin ku şewat piştî demeke kurt vemirî. (kom/red)