Doza Dicle û Yuksek betal bû 2016-09-07 16:27:12 MÛŞ (DÎHA) - Dozgerê Komarê yê Mûşê der barê doza Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de biryara bêşopandinê da. Rêxistina DBP'ê ya Mûşê di 24'ê Nîsana 2016'an de panela bi navê "Ji bo demokrasiya herêmî, kesayetiya xweser û civaka demokratîk em bi hevre bijîn" pêk anîbû. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevserokê Giştî yê KCD'ê Hatip Dicle axaftin kiribûn. Dozgerê Komarê yê Mûşê der barê Yuksek û Dîcle de bi îdîaya propaganda rêxistinê kirine lêpirsînk vekiribû. Dozger piştî axaftin lêkolîn kir diyar kir ku di çarçoveya azadiya îfadeyê de axaftin hatiye kirin û der barê doza Dicle û Yuksek de biryara bêşopandinê da. (mae)