Heyeta CPT'î Ocalan nedît çû 2016-09-07 16:15:46 STENBOL (DÎHA) - Heyeta CPT ku hefteyeke li girtîgehên Tirkiye lêkolîn dike, ligel daxwazên zêde beyî Girava Îmraliyê ziyaret bike ji Tirkiye vegeriya. Heyeta Astengkirina îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku hefteyeke li girtîgehên Tirkiye lêkolîn dike beyî biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ji Tirkiye vegeriya. Heyeta CPT'î ku di 29'ê Tebaxê de hat Tirkiye, heta 6'ê Îlonê li girtîgehên tirkiye lêkolîn kir û beyî biçe Îmraliyê ji Tirkiye veqetiya. Heyeta CPT di malpera xwe ya înternetê de diyar kir ku , armanca ziyareta wan a Tirkiye piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bû û xwestin li ser binçavkirin û girtinan lêkolîn bikin. Heyetê da zanîn ku di çarçoveya ziyaretê de li Stenbol, Îzmir û Enqereyê bi sedan kesan re hevdîtin kirin. Heyetê destnîşan kir ku wan bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî di navde gelek rayedarên hikûmetê re hevdîtin kirin. dîsa nûnerên saziyên civakî re jî hevdîtin kirine. Li gel ku saziyên kurdan û saziyên civakî bi daxwazek zêde ji heyeta CPT xwest bi Îmraliyê hevdîtin bike jî heyet bêyî biçe Îmraliyê û beyî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike vegeriya. Heyetê da zanîn ku wan der barê rewşa Îmraliyê de ji rayedaran agahî girtine. Heyeta CPT'ê midûriyeta polîsan a Golbaşi, Kampusa Girtîgehên Sîncanê, Kampusa Girtîgehên Sîlîvrî, Girtîgehên Tîpa F-1 a Îzmirê ziyaret kir. (mae)