Darizandina parêzerên OHD'ê dest pê kir 2016-09-07 15:23:21 STENBOL (DÎHA) - 2'emîn rûniştina doza parêzerên endamên OHD'ê û endamên TUAD'ê jî di navde 50 kesan li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. 2'emîn rûniştina doza endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Prz. Ramazan Demîr, Ayşe Aciniklî û endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD) jî di navde 7 jê girtî 50 kesên ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Li salona dadgehê parêzerên girtî Ayşe Acînîklî û Ramazan Demir û parêzerên serbest Huseyin Bogatekin, Sinan Zincir, Raziye Turgut û bersûsên serbest tên darizandin amade bûn. Bersûc Kayhan Guney bi pergala SEGBİS'ê tev lê bû. Wekîlên HDP'e Filiz Kerestecîoglu, Garo Paylan, Cîgira Serokên HDP'ê Aysel Tugluk, wekîlê berê Hasip Kaplan, xizmên girtiyan û parêzerên baroyê, parêzerên Baroya Parîse nûnerên parêzerên baroyên Ewropa jî di navde gelek kes amade bûn. Zêdeyî 50 parêzer tev li dozê bûn û parastinê dikin. (mae)