Xwestin gerînendeyên Ozgur Gundemê îfade bidin 2016-09-07 13:49:36 STENBOL (DÎHA) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo îfadeyê bang li Gerînendeyên Waşana Giştî yên Nobedar Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewî Hasan Hayri Şanli û Deniz Turkalî kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Gerînendeyên Waşana Giştî yên Nobedar Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewî Hasan Hayri Şanli û Deniz Turkalî kir û xwest îfade bidin. Serdozgeriya Komarê berê jî ji bo îfadeyê bang li Endama MYK ya HDP'ê Çilem Kuçukkeleş, Koordînatora Waşana Ozgur Radyo Derya Okatan, Kurê Zanyarê kurd Musa Anter Dicle Anter, Rojnameger Said Sefaoglu, Tugrul Eryilmaz, Hasan Cemal, Hasan Huseyin Tahmaz, Murat Uyurkulak û Nadire Mater kiribûn. Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxê de ji aliyê 8'emîn Dadgeha Sulh Ceza ve hatibû girtin. Di serdegirtina avahiya rojnameyê de Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Bîlîr Kaya û Midûrê Karên nivîsan Înan Kizilkaya, hatibûn gritin û şandibûn Girtîgeha Silivrî. Endamên Lijneya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî piştre hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. (mae)