Şaredariya Tatosê hat dorpêçkirin 2016-09-07 12:28:10 ERZIROM(DÎHA)- Li Tatosê piştî serdegirtinên malan ên danê sibehê, avahiya şaredariyê bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin. Li Tatosa Erziromê piştî serdegirtinên malan ên danê sibehê, avahiya şaredariyê bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin. Li ber avahiya şaredariyê ya ku ji aliyê tîmên taybet ve hat dorpêçkirin, hîn jî dorpêç didome û tê diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe. Her wiha danê sibehê di serdergirtinên malan ên hemwext de hevşaredar Tulay Karaca û endamên meclîsa şaredariyê Nûh Demîrel, Çîçek Sarûaltûn û Osman Kiliç hatibûn binçavkirin. Mebesta binçavkirinan nehat zanîn. (red)