Çavên wan li hêzên YPG û YPJ'ê ye 2016-09-07 10:56:47 RIHA (DÎHA) - Penaberên ji Sûriye û Rojava koçî navçeya Pirsûsê kirine, diyar kirin ku bi saya têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê aramî hatiye ser axa wan, ji ber wê çavên wan ne hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, çavê wan ji hêzên YPG û YPJ'ê ye. Gelek welatiyên ji bajarên Reqa, Kobanê û Babê koçî navçeya Pirsûsê ya Rihayê kirine, dan zanîn ji ber têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê aramî hatiye ser axa wan, ji ber wê çavên wan ne li Tirkiyeyê, ne jî li hêzên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên destek kirin e, çavê wan li hêzên YPG û YPJ'ê ye. Penaberan piştrast kir ku tenê ev hêz dikarin wan biparêzin. 'Jinên êzidî tên firotin' Reqayiyê bi navÊ bozan Şêxnebî (43) destnîşan kir ku şervanên YPG û YPJ'ê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên li Sûriyeyê şer dikin, piştî DAIŞ'ê Reqa dagir kir, her dem zext li wan kiriye û li ber çavên wan her roj welatî dihatin qetil kirin. Şêxnebî bi lêv kir ku berî salekî piştî DAIŞ'ê Reqa dagir kir, di aparloyên mizgeftan de xwestine kurd bajêr biterkînin û ev tişt got: "Ji ber herdu lingên min tunebûn jî min nan difirot û malbata xwe xwedî dikir. Lê DAIŞ'ê astengî derdixist. Zilim li sûriyeyiyan dikirin. Li ber çavên min serê 2 kesan jê kirin. Rojekî 150 jinên êzidî anîn Reqayê. Jin dihatin firotin. Ji ber kurdan 15 jin ji destên wan rizgar kirin, li wir hatin qewirandin." Şêxnebî aşkera kir ku tenê baweriya wan bi hêzên YPG û YPJ'ê heye û xwest hêzên HSD, YPG û YPJ'ê demek ji ya din zûtir Reqayê jî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Ahmet Hesen ê 30 salî jî bertek nîşanî dîwarê ku ji hêla Tirkiyeyê ve li ser sînorê Kobanê tê lêkirin da û got ku ew nikarin derbasî Kobanê bibin. Hesen bi lêv kir ku ew tenê ji YPG'ê bawer dikin û hêza ku Sûriyeyê azad bike jî YPG û YPJ ye. Hesen Cerrah jî ji ber hovîtiya DAIŞ'ê ji gundê Zergê yê Babê reviye. Cerrah diyar kir ku wan ji YPG'ê tu tede nedîtiye û xwest di serî de Babê û hemû Sûriye bê rizgar kirin. Cerrah piştrast kir ku hêza ku azdiyê bîne YPG û YPJ ye. (ms)