Di nava 36 rojan de 3 sivîl li Dersimê hatin qetilkirin 2016-09-07 10:16:01 DERSIM (DÎHA) - Herî dawî duh li Dersimê maşîna zirxî pêl li dayika 71 salî Naciye Ozdemîr kir û jiyana xwe ji dest da. Di nava 36 rojan de bi giştî li Derismê 3 welatî ji hêla hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hêzên dewletê yên tu quralan nas nakin, di nava 36 rojan de li Derisê 3 welatî qetilkirin. Herî dawî duh li navenda bajêr pîra 71 salî Naciye Ozdemîr di bin maşîna zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da, welatiyên bertek nîşanî polîsan da, polîsan pir rihetî bi ser welatiyan de kir qêrîn û wekî ku tiştek nekiribin tevgeriyan. Mesut Îlkbahar di 1'ê tebaxê de dema bi bavê xwe re diçû qereqola Xozatê ji hêla leşkeran ve hat qetilkirin. Parêzerê malbatê Huseyîn Aygun diyar kir ku leşkeran di îfadeyên xwe de îdia kirine ku wan îxbara maşîna bombe barkirî girtine, ji ber wê jî maşîna ku hatiye divê bê gulebarankirin. Aygun aşkera kir ku leşkerên mijara gotinê ferman ji kê girtine jî negotine. Leşker bi vê jî têr nebûn, der barê Aygun de ji ber rapora otopsiyê û îfadeya destpêkê der barê Aygun de lêpirsîn dan destpê kirin. Dosyaya Îlkbahar piştî biryara veşarî dan ser, hêj tu pêşketin çê nebû ye. Dîsa karkerê Turk Telekomê Şukru Abay her çendî got "li herêmê operasyon heye" û nexwest biçe herêma operasyonê, li ser zextên amîrê kar bi zorê şandin herêma operasyonê, herêma şer a ku hêzên leşkerî bi veşarî hatibûn bicihkirin, bi guleyeke nayê zanîn li ku hat bû sedema mirina Abay. Gerîlayên HPG û HBDH'ê bi daxuyaniyekî aşkera kirin ku tu eleqeya wan bi buyerê re tune. Walî û leşkerên ku bi zorê karker şandin herêmê, der barê buyerê de tu daxuyaniyek şênber nedan. Di lêpirsînê de tu pêşketin derneket holê. Duh jî li Qada Seyîd Riza maşîna zirxî ya bi tîpa Cobra, li jina 71 salî Naciye Ozdemîr qelibû û bû sedema mirina wê. Welatiyên bertek nîşanî hovîtiya polîsan da û xwestin dozger bê herêmê, lê dozger xwe aciz nekir û nehat cihê buyerê. (ms)