'Kalê 90 salî 5 rojan di hucreyê de hiştin' 2016-09-07 09:48:02 ENQERE (DÎHA) - Seroka Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan, diyar kir ku piştî îlana OHAL û zagonên KHK'ê hemû mafê girtiyan ên hatine qezençkirin ji destê wan hatine derxistin û got: Girtî rastî surgun tacîz êrîşan tên. Girtiyê 90 salî 5 rojan di hucreyê de hiştin." Li Tirkiye piştî îlana OHAL'ê zextên li ser girtiyan gelek zêde bûn. Hemû mafê girtiyan ji destê wan hatiye girtin. Seroka Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan, diyar kir ku piştî îlana OHAL û zagonên KHK'ê hemû mafê girtiyan ên hatine qezençkirin ji destê wan hatine derxistin. Ozcan, anî ziman ku girtî rastî surgun tacîz êrîşan tên. Ozcan, anî ziman ku malbatên ji dervê bajar û Ewropa tên nikarin biçin xizmên xwe yên girtî bibînin û girtiyên sirgûn dibin rastî êrîşên giran tên. 'Zerrin Yilmaz qrîza dil derbas kir reşa wê nayê zanîn' Ozcan, destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û yên sirgûn dibin jî ji hemû mafê xwe tên mahrumkirin û wiha got: "Li Girtîgeha Sîncanê pêwiste Zerrin Yilmaz anjiyo bibe. Lê niha der barê rewşa wê de agahiya me tune ye. Ji ber malbata wê li ewropa ye kes nikare biçe ziyareta wê. Her roj girtî tên sirgûnkirin. Li GirtîgehaTîpa T a Keskînê ne av ne jî alav û amûr heye. Me bi lezgîn parêzer şand. Demek dirêj e ne serê xwe şuştibûn û ne jî av vexwaribûn. Girtiyek 90 salî 5 rojan di yek hucreyê de girtine. Girtiyên jin ên nexweş rastî tacîza cendirmeyan hatin. Hemû mafên girtiyan ên xwezayî û mirovahi ji destê wan tê girtin. Em li dijî vê yekê bedeng namînin û çi ji destê me bê me dê bikin." (mae)