Wargeha Atme bû navenda şer û dagirkeriyê 2016-09-07 09:01:53 ERDOGAN ALAYUMAT HATAY (DÎHA) - Piştî TSK'ê axa Rojava dagir kir, êrîşên li dijî gelên herêmê jî zêde bûn. Herêma Hatayê bûye navenda çeteyan. Wargeha Atme ya li sînorê Sûriyeyê berê wekî herêma tanpon bû niha bûye warê koordînasyona MÎT, çeteyên El Nusra û Ahrar El Şamê. Çeteyan di Hatayê re derbasî Ezaz û Cerablusê dikin. Tirkiye di bin navê "têkoşîna bi DAIŞ'ê" re tevgera xweya dagirkeriya li dijî Rojava berdewam dike û wekî herêma tampon Wargeha Atme ya li hemberî bajarê Hatayê bi kar tîne. Wargeha di bin kontrola çeteyên El Nusra û Ahrar El Şamê de ye, di nava saleke dawî de bi hezaran çete derbasî Ezaz û Cerablusê hatin kirin. Bi dagirkeriya Cerablusê re ev sewq kirina çeteyan gelekî zêde bû. Lez dan perwerdeyê Hin qadên perwerdeyê piştî ji hêla hin komeleyên olî ve hatin vekirin û ji bo çeteyên nû beşdar dibin perwerde tê dayîn. Di demên dawî de lez dan van perwerdeyan û çeteyên tên ji bo şer amade dikin. Ji bo bêhnê bi Helebê bidin standin Dîsa gelek serçeteyên li bajarê Îdlibê hatine tên rasestandin, ev kes ji Wargeha Atmeyê li benda telîmatê ne û hat îdiakirin ji bo êrîşa li dijî Helebê jî ji endamên MÎT'ê li benda fermanê ne. Dîsa hat gotin ji bo çeteyên li Helebê ji hêla rejîmê ve hatine dorpêçkirin jî di nava amedekariyê de ne. Ev operasyona ji hêla peywîrdarên MÎT'ê ve tê rêvebirin, leşkerên tirk jî di nav de cih digirin. Korîdora ji Helebê heta Atmeyê Piştî şerê li Sûriyeyê bajarê Hatayê ji hêla AKP'ê ve wekî baregeha çeteyan tê bi kar anîn, rewşeke din a balê dikişîne jî rewa kirina çeteyên di dagirkeriya Cerablusê de rol dileyzin e. Ji qereqolên sînor bigire heta sînorên navçeyan ji bo rewa kirina çeteyên El Nusrayê bingehê amade dikin. Welatiyên li bajarên herêmê dijîn jî ji ber vê rewşê di nava fikaran de ne. Korîdora çekan a li ser Hatay û Reyhanliyê ji bo çeteyan hatiye vekirin, di demên dawî de gelekî bi tevger e. Korîdora ji Hatayê heta Wargeha Atmeyê hatiye vekirin, sewqiyata çekan tên kirin û çeteyên DAIŞ'ê ev çekên giran piştî derbas dike li dijî şervanên YPG, YPJ û HSD'ê bi kar tîne. (ms)